Konseya Penaberan a Norwecê (NRC) diyar kir ku ji ber êrîşên Îsraîlê yên hewayî yên li ser Libananê û fermanên valakirina bi komî di nava 100 saetî de nêzîkî 300 hezar kes ji cih û warên xwe bûne. Êrîş piştî êrîşa Hizbullahê ya bi roketan a li ser Îsraîlê hatin kirin.
Fermanên valakirinê yên nû yên Îsraîlê li gel bi hezaran gundên li başûrê Libnanê di heman demê de ji bo Bekaa û taxên başûrê Beyrûdê jî derbasdar in. Ev yek tê wateya ku dibe zêdetirî yek milyon însan ji cih û warên xwe bibin.
Dîrektorê NRC’ê yê Libananê Maureen Philippon got: ‘’Malbatên ku nû dest bi avakirina jiyana xwe kirbûn careke din neçar dimînin ku ji cih û warên xwe bibin. Însan neçar man ku nîvê şevê bêyî ku tiştekî xwe bigirin li ba xwe, xaniyên xwe terikandin. Welatiyên sivîl bedêlên herî giran didin. Ger ev fermanên valakirinê werin sepandin dibe ku rê li ber krîzeke mirovî ya ku ev du sal in em nebûne şahid, veke.’’
Hêjayî bibîrxistinê ye ku rayedarên Libnanî dan zanîn ku ji roja Duşemê ve ye herî kêm 217 kes hatine kuştin, 798 kes birîndar bûne û li seranserê welêt jî zêdetirî 529 êrîşên Îsraîlê çêbûne.